DESTPÊK

1. Saîd Nûrsî û berhemên wî ji aliyê alîgirên wî weke pîroz tên îlan kirin, ji gel re jî wilo hatiye berpêş kirin.

Bersiva Îddiayê:

Îftireya ku "Bedîûzzeman hatiye pîrozwer kirin" zahf gilover û xumam e. Lê wateya pîrozweriyê wekî ku zahf cûda ye , mertebeyên wê yên cûda hene. Wekî mînak ji Mekke û Medîneyê re dibêjin warên pîroz."Axa welat pîroz e." "Beyreq pîroz e." "Xwîna însan pîroz e." Lê belê ji van yek qe tu weke Xweda, Qur'an û Pêxember (sxs) ne pîroz e. Pêxember (sxs) jî pîrozweriya Xweda nikare par vekê.

Heke dozdar îddia bike ku, ji aliyê Nurciyan ve-haşa sed hezar carî haşa- pîrozweriyeke di dereca Xweda an jî Pêxember de lê tê bar kirin, ev îddia mehkûm e bê derew kirin ji aliyê bi milyonan Nurciyan.

Na heke ku dozdar, Seyda Bedîûzzeman "muceddidê sedsalê, ji îlhamê re mezher e, navnasê Bedîûzzeman heq kiriye, bi jiyana xwe îsbat kiriye ku di ilmên maddî û manewî de Bedîê sedsalê ye, di 1907 de wextê hîn sî salî ye tê Stembolê alima dawetî munazeraya ilmî dike û li ser deriyê îkametgeha xwe lewheyeka ku li ser nivîsa:

"Li vir hemû pirsgirêk tên halkirin, lê belê pirs nayê kirin." (1) dinivîse daleqandiye.

Îlan kiriye ku berhemên Rîsaleyên Nûra bi îlhama Qur'anê nivîsiye û ji vê yeki mirovekî ku hurmet û muhabbeta bi hezaran mirovan kesibandiye " heqîqeteke ji vê wateyê re bêje pîrozwerî û wilo bifikire, divê mirov bifikire bê di kû dera vê de dijbêrî ji aliyê dîn de heye... Na ku ev peyva "pîrozweri" yê (pîrozî) ku di ferhenga Nurciya de tune ye, tenê di ferhenga dozdar a "MUFTEREYAT"a (îftira, bêbinîn) de heye.

Bi vê yekê re em wateya peyva ku dozdar tercîh kiriye weke mirovekî bi amil, pê tê îtîmat kirin, şexsiyetekî ku ciyekî wî yê muteber hebe, em vana bidine yekî ku wan wesfan heq nekiriye, weke mînak em bidin dozdar ma gelo wê çend kes baweriya vê bike?..

Bedîûzzeman Saîd Nûrsî ku bi sedan mirovên dîndar û zaniyar piştî ku bi kêfxweşî berhemên wî xwendine, wî baş naskirine û di dereceya eşqê de pê ve hatine girêdan. Ên ku ev qebulkirina Ûstad ji aliyê gel ve bi xwe nakin qebulkirin, dixwazin wî di nezera gel de bi îftîrayan bêqîmet û bêrumet şanî bidin.

Teqlîdkirina waliyekî ji aliyê şivanekî, teqlîdkirina Îbnî Sîna di felsefê û hikmetê de ji aliyê nezanekî û cureta teqlidkirina Îmam Şafiî û Îmamê Azam di fiqhê de ji aliyê mirovekî xwe nezan de, çawa kare bê fêm ji komediyê pêve?..

Heke ku inwana bi şexsiyeta wî a meşhur û îlmî de lênehata, bi hezaran zaneyên ku di cîhanê de binavûdeng in ma wê pey şopa wî de bimeşandana?

Divê em vê jibîr nekin ku mirovekî ji roniya tavê çavê wî biqemişin û ji ber vê yekê ji roniya tavê tu îstafade neke û qisura vê bide tavê, ev hezeyaneke zahf xirab e. Her wekî, mirovekî ku ji zekemê tama devê wî birivê û tama avê nestîne, ne qisura avê ye lê belê qisura arika wî yî nexweş e.

Weke ku ji aliyê hezar belkî bi milyonan mirovên alim hatiye îtirafkirin ku zahf rastiyên weke tavê ronî dinav de ne, Rîsaleya Nûr ku tefsir û mûcîzeyeke manewî ya vê sedsalê ye. Ên ku hişê wan nagihîje van heqîqetan û wan fêm nakin wan înkar dikin ne qisura Rîsaleya Nûr e. Divê em qisurê di hişê wan î bi fanatîzma pêşdaraziyê nexweş buye de bigihêrin.

Îro Rîsaleya Nûr ku li cihana ilmê tevî de tesîr kiriye û muellîfê wê Saîd Nûrsî, ên ku navdengiya wî dihesidin , hesidîna wan endaza aqlê normal, îzan û însafê derbas kiriye û buye kampanya derew û îftireyan. Lê belê ev heye ku "Roj bi ritamê nayê seyandin, bi çav girtine şev nabe. Ê ku çavê xwe bigre tenê ji xwe re dike şev."

 

(1)bnr: Dîroka Jiyana Bedîûzzeman, Jiyana Yekem