DESTPÊK

3. Zilamekî ku ji aliyê dînî de muteber tê dîtin wextê ku zahf reklama hate kirin dûvre ji aliyê alîgirên wî zirxa destnedayîniyê lê tê kirin...

Bersiva Îddiayê:

Evsekî Xweda yê mezin û weli ku di hemu jiyanq xwe de xwe ji reklam û navdengiyê dur kiriye , heta piştî wefata xwe jî ji bo pêwistiya îxlasê xwestiye go ciyê gora wî neyê zanîn û îlan kiriye ku ji çend kesan pêştir tu kes wê ciyê gors wî nezanibe û tiştên gotiye ji aliyê demê ve jî hatiye tesdîq kirin; ên ku der heqê evdekî Xweda yê wilo de hezeyanên weke "reklama wî tê kirin" dibêjin; helbet hesabê wê di Mehkemeya Kûbra (mezin) de wê bê pirsîn.

Di heqê mirovekî wilo de ku hemu jiyana wî di zîndan û mişextiyê de derbas buye û hema hemu berhemên xwe di bin zilmên wilo de, di rewşên tengasî de nivîsiye yên ku hukmê "zirxa destnedayîniyê lê hatiye kirin" bide, divê zirxeke pir qalin a xefletê lê be kirin.