DESTPÊK

7. Rîsaleyên Nûr Mehsulê Dewra Zordarî ye. Ji Bo Wî Seîd Nûrsî Mîna Qehremanekî Tê Dîtin

 

Rîsaleyên Nûr berhemên îdareya demeke wilo ne go rêbazên materyalîst bi qewet bune, bi hissiyat û baweriyên gel re bişer û pêwistker e. Para vê demê zahf e go Saîd Nûrsî di çavên zahf mirovan de weke gernas û mucahîd hatiye dîtin.”

Heke bi vî mantiqê ehmeqtî bê nêrtin, weke vî angaştkerî yekî din jî rabe bêje, “Hezretî Muhammed (sxs) û Qur’an berhemên demeke wilo ne her devera wê bi zilm, nezanî û zordarî hatiye girtin û navê wê demê weke ‘Dema Cehaletê’ hatiye naskirin.” Ma gelo webala vê abestiyê ne aîdî vî zilamî ye?

Gava ji şibakeya Qur’anê me li meselê nihêrt em vê dibînin: Hemu Pêxember di, di demên go mirov ji riya heq derketine, hatine şandin. Vêga ji bo pêxemberan, go hemu ji şewqa Xweda Teala ne, yek bêje Pêxember encamên wan demên despotîk in, hun karin çewtiya li vir a mantiqî bi hêsanî bibînin.Li ba pêxemberan, muceddîdên go bi weraseta nubuwetî serbilind û şopên wan bi heqqî şopandine û murşîdên heqîqî jî di demên pêwistiya mİrovan zahf e hatine wezîfedarkirin. Her wiha Hezretî Pêxember di vê mijarê de bi kurtasî bal kişandiye vê heqîqetê, û mizgîn daye mirovên dure hatine.

“ Xwedê Teala ji bo vê ummetê serê her sed salê ji bo go dînê wan ser riya rast de berdewam bike muceddîdekî go xîtabî mirovên wê sedsalê dike, dişîne.” (1)

Weke go Îmamê Rabbanî, Îmamê Xezalî ji wan muceddîdane, Bedîuzzeman jî ji wan e. Xizmeta Bedîuzzeman nîşan dide go ew muceddîdekî herî mezin e. Di tarîxa Îslamê demeke ji dîn durketî weke dema Bedîuzzeman go ateîzmê, materyalîzmê di bin siya fen û felsefê de bi navê zanistî bi zorê hatiye telkîn kirin, demeke dî tune ye. Bedîuzzeman go di demeke zalim û riyakar de go minafiq didin cirîdan de hatiye û pişta kufrê şikandiye. Mezintiya wî bi vê xizmeta wî jî tê dîtin.

1) bnr. El- Hakîm, el- Mustedrek, IV/522; el Munawî, Feyz’ul Qadîr, 11/281, numera hedîsê: 1845