DESTPÊK

Bi hinek gotegotan Hezretî Ustad boyî Şex Seîd gotiye “Min heyfa wî stand”. Bingeha vî çi ye hûn dikarin rave bikin?

 
       Bedîuzzeman û Şêx Seîd, wek di zemanekî da jiyan derbas kirine ji bo vî herduyan tevlihev dikin. Lê belê alîyê wana yê wekhev eve ku herdu jî kesên mu’min û mucahid bûn. Şêx Seîd dijî şuxulê bêdînî dest avêtiye çeka maddî boyî ku xizmeta dîn bike û talîya xwe xerab bûye. Lê belê Seîd Nûrsî jî dest avêtiye çeka manewî ango weşandina heqîqetên Qur’an û Îmanê kiriye û serfiraz bûye.
 
Çaxê bûyera Şex Seîd, Bedîuzzeman li Wanê dima. Şex Seîd jê re nameyek şand “Nufûze we pir bihêz e. Ku hûn alîkarîya me bikin em karin serfirazbin” gotî jê alîkarî xwestiye. Lê belê Bedîuzzeman ji vê nameyê re bersiveka wiha dişîne: “Vî milletî bi sed salan ji Dînê Îslamê re xizmet kiriye. Van nevîyên vî milletê mucahid re şûr naê kişandin. Hûn jî mekişînin; lewra wê aqîm bimîne”.(1)
 
Li pey vê bûyerê, bûyera Şex Seîd çêbûye. Lê bele nola Bedîuzzeman got aqîm û bêencam ma. Lê belê şûrê manewî yê Bedîuzzeman, biserfirazî niha li her alîyê dinyayê tabi’ên xwe, şagirdên xwe û eserê wî yên ji bîst û pênc zimanan zêdetir werger bûyî hene.
 
Bedîuzzeman ku bi bûyera Şex Seîd re tu têkilî tune bû, him jî beri bûyerê ku Şêx Seîd alîkarî jê xwestiye bi va mebestê wî dixwest ku dest jê berde, Bedîuzzeman pey bûyerê ji uzletxaneya xweya Wanê derxistine birine Burdurê, ji wê derê jî birine Barla yê nahiyeya giredayî Ispartayê. Li vê derê dest bi xizmeta “cihada manewî” kiriye, wan eserên pey hev re telîf kiri da bingeha îmanê terennum kiriye (vegotiye).
 
Va eseran ew gelê ku îmanê xwe bi xeter dîtin teweccuh û rexbeta wana re mezher bûne; dest bi dest geriya û belav bûye. Wê çaxê tîiraja eserên bi desta pir bûyî derketiye şeş sed hezarî. Xizmeta ku destpêkiriye wê demê bi gella hatiye qebûl kirinê, rêveberên wê çaxê jê aciz bûne, di 1935’da li Eskîşehir, 1946’da li Afyon, 1952’da jî li Îstembolê derxistîne dadgehê. Ji vanan tu encam nestandine, lê belê Bedîuzzeman dîsa jî rahet nehatiye berdanê; li Qestemonû, Emirdağ û Îsparta'yê çavnêrî û pey çûnî jiyana xwe derbas kiriye.) Vegotina “Min heyfa wî stand” ne di risaleyan da ne jî di bîraninan da em rast lê nehatin.
 
 
 
(1) bnr. Tarîxçeya Heyat, Heyata Barla.