Bûyera Di Nav Bedîuzzeman Û Serdarê Rûsan Nikola Nikolaviç Da Derbas Bûyî
Bedîuzzeman dibine kampa êsîran. Li vira hadiseyeke bi vî şeklî şayanê teqdîr cereyan dike. Wiha ku:
Rojekî Serkomandanê Rûs tê hêsîran teftîş bike. Di hingava teftîşê da, Bedîuzzeman selam nade komandan û ji şûna xwe ranabe. Komandan hêrs dikeve, dibêje belku ez nas nekirime, careke din pêşiya wî ra derbas dibe, dîsa Bedîuzzeman ji şûna xwe ranabe. Komandan bi wasiteya tercuman dibêje:
- Qey min nas nake?
Bedîuzzeman:
- Nas dikim, Nîkola Nîkolavîç e.
Komandan: Nexû ji artêşa Rûs ra û loma ji Çarê Rûs ra heqaretê dike.
Bedîuzzeman: Min heqaret nekir. Ez alimekî Musulman im. Kesekî bi îman, ji meruvekî ku Cenabê Heq nasnake rasertir e. Bînanenaleyh (loma) ez ji te ra qiyam nakim, dibêje.
Li ser vê yekê Bedîuzzeman didine dîwana herbê. Çend hevalên wî yên zabit, hemen jê istirham dikin ku ‘uzr jê bixwaze û netîceya wexîm bête berbest kirin.
Feqet Bedîuzzeman:
- Biryara van a i‘damê ji min ra bona ku ez seyahet bikime alema ebedî di hukmê paseportekî da ye, dibêje û bi kemalê ‘izzet û şeca‘et hêç ehemmiyet nadê.
Nihayet biryara i‘dama wî didin. Wextê ku dê hukm bête înfaz kirin, bona nimêj bike musa‘ede dixwaze; beyan dike ku piştî îfa kirina wezîfeya xwe ya dînî, dê sînga xwe bide ber gulleyên ku werin avêtin. Tam di vê esnaê da, gava ku nimêja xwe eda dike, komandanê Rûs tê, ji Bedîuzzeman ‘uzrê dixwaze:
- "Min qena‘et pê hanî ku ev hereketa te, ji vebestîbûna te ya muqeddesatê te çêbûye. Rica dikim min ‘efiw bike." dibêje û hukmê i‘damê ku hatibû dayîn paş va hildide.