DESTPÊK

Derheq şecereya Ustad da hûn dikarin zanyariyê bidin?

 

 
DÊ, BAV Û MALBATA BEDÎUZZEMAN: 
 
Di heqqê jidayikbûn û wefata dê û bavê wî da meelesef zanyariyeke me ya vebir tune; herwiha di heqqê malbat û bavê alê dêya wî da jî malûmat tune. Bi tenê gorî tesbîta N. Şahiner, dêya wî Nûre, ji gundê Bilkan e ku li bakurê Nûrs’ê li mesafeya sê saetan e. Wefata Nûre Xanimê jî, di hingava Herba Cihanê ya Yekem da bûye. (6) Ji bilî vana di heqqê sulale, ecdad, qebîle û malbata Nûre xanimê da malûmateke me tune.
 
Bavê Bedîuzzeman Sofî Mîrze, di sala 1920'an da wefat kiriye; sulaleya wî piştî Sofî Mîrze, heta çar betnan (yanî bavan) tê zanîn, evan “Elî, Xizir, Mîrze Xalid û Mîrze Reşan” in, di nav tesbîtan da wihan e.
 
Mîna ku li hemû Rojhilatê adetek e, gelê herêmê wek adetekî fitrî û millî, navan tesxîr dikin, yanî biçûk dikin. Li ser vê kewneşopîyê, di nav xelkê da li şûna navê“Mîrza” efendî, wek Sofî Mîrzo yan jî wekî ku li ser kêlika qebra wî hatiye nivîsîn navê “Mîrze” dihate bikaranîn. Li şûna navê “Nûriye” xanimê jî, “Nûr’e”dihate gotin.
 
Nivîsîna navan bi terzê ku di nav xelkê da tê bang kirin, mîna ku bi gorî ‘ulemayê ‘ilmê tilism û xewas lazim û şert e; di hinek hedîsên şerîf da jî (7) hatiye îfade kirin ku roja qiyametê dê bi navê bi terzê ku di nav xelkê da hatiye teleffuz kirin werin bang kirin.
 
Gello ji vê hikmetê ye? yan jî, Cenabê Bedîuzzeman ji riayetkariya wî ya adetê qewmiye yê xwe ye, ez nizanim.. Navê dêya xwe ku şagirdên Nûr wek “Nûriye” nivîsîne, gava ku nivîsên wan teshîh kiriye, di çendek kitaban da herfa “ye”ya navê “Nûriye” ku bi Erebî elametê muennesê ye, jê biriye û wek “Nûre”(8) hîştiye.
 
 AÎLEYA WÎ:
 
 Efradê aîleya Sofî Mîrze ku mala wî, xanedan û hêlîna malbata wî teşkîl dike wihan e:
 
Goreyî rêza sinn (temen)ê wan zarrên wî: 1. Durriye, 2. Xanim, 3. Ebdullah, 4. Seîd, 5. Mehmed, 6. Ebdulmecîd û 7. Mercan e. Sofî Mîrze Efendî bixwe ku ummî bû, keçik û lawik negotî hemû zarrên xwe dabû xwendinê û alim gihandibû. Hetta li gundê Nûrs me ji pirr kesan bihîstiye ku, ekserî ji wan di ‘ilmê Erebî da bi îcazet bûne. Di nav riwayetan da heye ku ji van, zarra wî ya qîzîn (keçika wî) bi navê “Xanim” wek alimeyeke meşhûr hatiye gihandin. Ev xanima merhûme, beriya Herba Cihanê ya Yekem, bi zatekî alim bi navê Mella Seîd ra zewicîye. Bil’axere di sala 1913'an da, dijî “i‘lana Hurriyetê” ku bi navê hadiseya şêx Selîm yan jî hadiseya Bitlîsê meşhûre ji hukûmetê ra isyan kirine, di nav wan kesên ku isyan kirine da navê vî Mella Seîdî jî derbas bûye, bi xanima xwe “Xanim”ê ra hicret kirine Şamê. “Mella Seîd Efendî ku li Şamê pirr şagirdên wî hebûne gava ders daye xwendin, mes’eleyên dijwar ku tê da maye, ji xanima xwe ya ku li pişt perde û hicabê rûniştiye, ji Xanima Alime pirsiye. Ewê jî qe tu bê sekne teqez mes’ele çareser dikir, cewab dida”, gotî Mella Ebdulezîz'ê Bitlîsî ku hîna li Şamê li heyatê ye vegotibû.
 
Waye, tarîxa wefata qismek ferdên vê aîleya binûr malûm be jî; ya wanên din mechûl e.
 
Yên ku tarîxa wefata wan tê zanîn:
 
1. Xanim, di 1945'an da li Mekkeya Mukerreme(10) gava ku tewaf kiriye (bila weled)
 
2. Mella Ebdullah, bavê Ebdurrehmanê Merhûmê birazeyê Bedîuzzeman û şagirdê wî yê fedaî, di sala 1914'an da li gundê Nûrsê,
 
3. Mella Muhemmed, di 1951'an da, li gundê xwe Nûrsê (bila weled)
 
4. Bedîuzzeman Seîd Nûrsî, di 22 Adar 1960'an da li Ûrfa(Ruha)yê (bekar û bila weled)
 
5. Mella Ebdulmecîd, di Hezîran 1967'an da, li Qonya'yê (bavê pênc zarran) wefat kirine.
 
 
Yên ku tarîxa wefata wan naê zanîn:
 
1. Durriye xanim, dêya Ubeydê birazeyê Bedîuzzeman  ku di Herba Rûs da şehîd ketiye. Beriya Herba Cihanê ya Yekem ketiye çemê Nûrsê û şehîden xerq bûye (xeniqîye),
 
2. Mercan xanim, kînga û li ku derê wefat kiriye diyar nîne.
Li qebristana gundê Nûrsê, reîsê vê malbatê ku ‘ulema gihandine, bavê Bedîuzzeman Sofî Mîrze tevî xanima wîNûre û kurrê wî Mella Mehmed û Mella Ebdullah li kêleka hev in. Bila xerq bibine nûr û rehmeta Xudê. (Ebdulqadir Badillî; Mufessel Tarîxçeya Heyat)
 
 
 MES’ELEYA SEYYIDBÛNA WÎ:
 
 Bedîuzzeman di mudafeeya xwe ya li mehkemeyê dibêje “Ez seyyid nînim”. Gava ku em li nasnameya resmî ya Ustad dinihêrin, tê fehm kirinê ku ji Nûrsê ye û li Herêma Rojhilat (li Kurdistanê) hatiye dunê. Gava ku ev îfade tê hizirkirin divê bala xwe bidine şertên mehkemeyê. Zîra ku Bedîuzzeman seyyidbûna xwe qebûl bike, di nezera wan da wê bi manaya siyasî were şîrove kirin û dibe ku bibe sebebê mehkûmiyeta wî. Lêbelê li qismê nêzîkî dawîya Lahiqeya Emîrdağ-I di mektûbeke xwe da, dibêje “Ez nikarim xwe seyyid bizanim. Nesil naêne zanîn. Hema ez dikarim ji ehlê beyt ê manewî bême jimartin”. Di pirtûka Şahidên Dawî da, di bîranînên Salih Özcan da, Ustad bizzat îfade kiriye ku neslê xwe hem ji alê dê û hem ji alê bav digihîje Cenabê Hesen û Cenabê Huseyn.
 
Goreyî ku ji warisên Cenabê Bedîuzzeman Seyyid Salih Özcan neql kiriye, rojekî di navbera wî û Ustad da ev axaftin(xeberdan)a derbas dibe:
 
- Salih tu seyyidî, lê na?
 
- Erê! Ustadêm.
 
- Lê Seyyid Salih, bi te, ez dikarim seyyid bim?
 
- Muheqqeq Ustadêm, tu  seyyidî.
 
- Seyyid Salih, ez ji alê dê Huseynî, ji alê bav jî Hesenî me."
 
 
 Bi tevî vê, tê zanîn ku li şerqê seyyid yekûneke mezin teşkîl dikin. Ustadekî ku şexsiyeta xwe nade nezerê, şexsiyeta xwe her zeman di nav şexsê manewî da dihellîne û meqamên mezin jî bêne dayîn bi sirra îxlasê ji van meqaman îctinab dike, em nikarin jê hêvî bikin ku di eserên xwe da aşikare seyyidbûna xwe beyan bike.
 
 Îfadeya “yê ku seyyid e bêje ez seyyid nînim guneh e” bi qenaeta me, kesên ku seyyidbûna wan vebirî tescîl bûye, divê bo wan be.