DESTPÊK

Ê ku doza ırqperestiyê cara yekemîn kiriye kî ye û ev radanî taybetiya kê ye?

 

Brayê hêja, Irqperestî ji xwe ne dozek e û ji dozbûnê pirr dûr e. Çawa ku hilbijartina irqa me ne di destê me de ye, neguhertina irqê jî rasteka wisa ye. Nexû însan bi kudandina doza irqperestiyê û wextê reklama wê dike dixwaze çi bêje?.. Ku zilamek xwe bide pêş û bêje "Ka bejna kê weke a min e?" û doza vê bike bi rastî jî ew zilam ma nabe mesxere?.. Wê her kes jê re bêje " Hevalo dê û bavê te ma te girtin û kişandin ji bo tu dirêj bibî... an jî ê ku qama wî kin be jî kesî wî nexiste mengeneyê ji bo ku kin bibe. Doza te bi tevahî bêcî ye. Ku ez te teqdîr jî bikim ma çêbuna weke te di destê min de ye? Nexû ma tu doza çi dikudî."

Doza nijadperestiyê jî ma ne weke vê ye? Ê ku Tirk be, Kurd be, Ereb be jixwe wisan e. Ne mumkin e irqa xwe biguherînin. Ê ku nebin jî jixwe nebûne yanî nikarin derbasî irqeke din bibin. Doz ji wê ra tê gotinê ku, gava ku însan qebûl kir karibe instisab bike. Ma di irqperestiyê de ev mumkin e?..

Zemanekî hinek kesan bi navê Tirkperestiyê alîkariya qetandina vê milletê ji alema Îslamê dikirin û  bi vî awayî karê ajanên İngilîza hêsan dikirin ku dixebitîn da wan ji me veqetînin.

Di vê hingavê de em dibihîzin Ûstadê mezin Bedîuzzeman ku ji nava vê milletê derketiye wiha feryad dike: " Ey Brayê Tirk! Nexasim tu bala xwe bidê! Milliyeta te bi Îslamiyetê mezc bûye, jê qabilê tefrîq nîne (ne mumkin e ji Îslamiyetê cuda be). Ku tu cuda bikî tu ê mehıw bibî. Hemû mefaxirê te (tiştên sebebê pesnê) yên di maziyê de derbasî deftera Îslamiyetê bûne. Ev mefaxir ku li ser rûyê erdê bi ti quwetê nayê jêbirin, tu bi weswese û desîseyên şeytanan, wan mefaxiran ji dilê xwe tu carî mebe."

Cureyeke din ji fitneya wê rojê vêga tê şano kirin. Nexû nevê em eynî îqazê ji dêvla peyva Tirk peyva Kurd bikar bînin û ji birayên xwe yên dîn li rojhilat, hevalên xwe yî sîlahê di maziyê de, ji hemwelatiyên xwe yên qehreman re ku rueknekî girîng ê Osmanîyan bûn rojava dilerizandin, dîsa ji zimanê Ûstad bixwînin?.. Belê divê... Hem jî ji mazîyê zêdetir li serê bisekinin...

Wextê irqperestî tê gotin du irq têne bîra meruvan: Yahûdî û Alman. Yahûdî ku xwe zêde li sefseteya irqa bilind girêdane, miletên din ji heywana berjêrtir dibînin, hetta li wan zulm kirinê, neheqî kirinê sewab dijimêrin. Almana jî bi serxweşiya irqperestiya Almanî ku Hîtler alakêşê wê bu, ketine pey xeyala hakimbûna cîhanê û huzûra dunyayê serobino kirin... Çi xerîb e ku îro li pey fealiyetên ji bo perçekirina welatê me; desîse, entrîke û propagandayên va herdu irqan li rêzên pêşî ne...

Ji va herdu temsîlkarên irqperestiyê yekî di rêza pêştir de heye... Bingeha vê felsefeyê ji wî tê: Şeytan... Bi eslê xwe pesn dan û xwer dîtina yên ku ji eslên din tên, wî dest pê kir. Gotibû " Te ew ji axê afirand û ez jî ji agir.." û ji Hz. Adem (a.s.) re secde nekiribû. "Agir ji axê bi nirxtir e. Nexû ez ê çawa ji yekî ji xwe bênirx re secde bikim?" gotî raperîna mudafeeya isyana xwe kiribû.

Niha jî di nav ên ku hemû ji axê hatine afirandin, dîsa eynî mentiqa şeytan hukim dikude, em dibînin û xemgîn dibin. Ev mentiqa ters, ev nirxandina şaş, xwediyê xwe tenê dibe ba şeytan. Lewra mûcidê vê fikrê ew e, patenta wê aîdê wî ye..