DESTPÊK

Em çawa dikarin bersiv bidine îddia û îftirayên bi awayê "Hûn ji bilî Rîsaleyên Nûr tiştekî naxwînin û Seîdê Nûrsî (haşa summe haşa) mîna Pêxember raser(serdest) digrên"?

 

 

         Di vê mijarê da Ustad Bedîuzzeman di Lahiqeya Qestemonî da wiha dibêje:

 " Dibêjin: "Seîd, li cem xwe kitabên din hilnagrê(dabîn nake). Nexû wana pêrayînabe. Û İmamê Xezalî (R.A.) jî tam pesind nake ku, eserên wî nahîne cem xwe." Hawa bi van goteyên 'ecêb bê me'na şêlûtîyê didinê. Yê ku hîleyên vi new'î dike, di bin perdeyê da ehlê zindiqe ye; feqet, xoceyên safdil û hinek sofîyan dikine wasite."

"Hemberî vî em dibêjin ku: "Haşa, sed car haşa!.. Risaleyê Nûr û şagirdên wê, Huccet-ul İslam İmamê Xezalî û Ustadê minê yekane ku min bi Cenabê 'Elî va girêdide pêrayînebûn na, belku bi hemû quwweta xwe meslekê ku wan te'qîb kirine ji hucûma ehlê dalaletê xilaskirin û muhafeze kirin e."

"Feqet di zemanê wan da ev hucûma bidehşet a zindiqeyê, erkanê îmanê nedihejand. Ji ber ku goreyî 'esrên wan zatên muheqqiq û 'ellame û muctehid, silahên ku di munazereya 'ilmiye da îsti'ma dikirin hem dereng têne bidestxistin, hem li dujminên vî zemanî bi carekî va nikare xelebe bike; Risaleyên Nûr, ji Qur'ana Mu'ciz-ul Beyan hem zû, hem tûj(keskin), hem jî silahên ku serê dujminan tam belaw bike vedîtiye, bi dezgehên wan zatên mubarek û qudsî murace'et nake. Lewra Qur'an ku 'umûm merci'ê wan û menbe'ê wan û ustadê wan e, ji Rîsaleyên Nûr ra bûye ustadekî tam mukemmel. Û hem wext teng e, hem em jî hindikin em wext nabînin ku ji wan eserên nûranî jî îstifade bikin."

"Hem ji sed mislê şagirdên Rîsaleyê Nûr zêdetir zatan, bi wan kitaban va meşxûlin û wê wezîfeyê dikin. Me jî, ew wezîfeya ji wan ra hîştiye. Gerna haşa we kella! Eserên mubarek ên wan Ustadên me yên qudsî em qasê rûh û canê xwe jê hez dikin. Feqet me her yekî qafekî me, yek dest û yek zimanên me hene; li hemberî me jî bi hezaran mutecawiz hene. Wextê me teng e. Ji ber ku me silaha herî dawî, mîna mîtralyoz Rîsaleyê Nûr dîtiye, bi mecbûriyet em wê hembêz dikin û pê îktifa dikin." (1)

Mijara ku çima divê rîsaleyan pirtir bixwînin, di mektûba li jor da hatiye îzah kirin. Wekî ku li jor jî tête fehm kirin mijarên ku di Rîsaleyan da hatine qalkirin di wê mahiyetê da ne ku cewab didine îhtiyacên vê 'esrê. Îfade dike ku zatekî 'esra ku tê da ye rind tehlîl kiriye bi 'inayeta Xwedê, 'ilacên ku ji eczaxaneya Qur'anê wergirtiye ger bipergal werin bikaranîn bo nexweşiyên me'newî kifayet dike. Ji van îfadeyan; encama ku xêncî Rîsaleyan kitab neyêne xwendin derxistin helbet dirust nîne. Zîra Rîsaleyan kitabeke fiqhê, dîrok, kitabeke fennê mîna kîmya, fîzîk jî nîne. Îhtiyacên me yên derbarê van da, helbet em ê ji kitabên têkildar werbigrin. Em ê wan bixwînin û jê îstifade bikin.

Derbarê mewzû'a ku Bedîuzzeman mîna Pêxember raser tê girtin; mîna ku her zarok dêya xwe, bavê xwe û her şagird mamosteyê xwe, her telebe murşidê xwe bi nisbeta îstifadeya xwe hez dike, helbet Rîsaleyên ku tefsîreke me'newî ya Qur'anê di vê 'esrê da ye bi sed hezaran şagirdên Nûr ên ku îmana xwe pê xilaskirine, Bedîuzzemanê ku ji van eseran ra bûye wesîle dê jê hez bikin û minnetdar bin.

Hedîsa Şerîf “Însan koleyê îhsanê ye”  û îfadeya Cenabê 'Elî efendiyê me “yê ku herfekî hînî min bike, ez çil salî dibime koleyê wî” nîşan dide ku; bi nisbeta qencî û îstifadeyê muhebbet û teqdîr, netîceya fitreta însan e. Bi ser da, Bedîuzzeman bi her wesîleyê tebrîk û teqdîrên şagirdên xwe red kiriye, " Risale malê min nînin, Malê Qur’anê ne "gotî nêrînên wan zivirandiye Qur'anê. Îfadeyên wek "Ez hevalekî we yê dersê me, di xizmeta Qur'anê da birayekî we me" dîsa aidê Bedîuzzeman in.

Mefhûmên mîna muhebbet, evîn û teqdîr hêjayîyên ku werin pîvandin û jimartin nînin. Kî, kê çiqasî hez dike pîvan helbet mumkin nîne. Nirxandineke temamen 'indî(îzafî) ye. Bedîuzzemanê ku gotiye "Eqlê hemû însanan berhev be bibe eqlekî, meqamê heqîqî yê Cenabê Pêxember serwerê me (a.s.m) nikarin îdrak bikin" û qismekî mezin ê eserên xwe ji bona rast fehmkirina Pêxember serwerê me (a.s.m) tehsîs kiriye, kesê ku eserên wî xwendine ger wî mîna pêxember dibînin, nexû wan ev eseran fehm nekirine.

 

(1) bnr. Lehîqeya Qestemonî (Mektûba, 114.)