DESTPÊK

Gelo Çima Em Li Vê Cîhanê Xwedê Teala Nabînin?

 

Brayê Hêja,

Navekî Xwedê Teale Nûr e. Ji milyaketan ku hebûnên nuranî ne heta roniya tavê û tirêjên ku kaînat bi tevahî dagirtine, teceliyên ên vi navî li ser xwe digerînin. Çavên însan li vê cîhanê  tenê alema maddî dibîne. Ne rûhê xwe ne milyaketên ku emelê wî dinivîsin û ne jî alema tirêjan kare bibîne.

Hatiye tesbît kirin ku çavê însan ji tirêjên li kaînatê hene encax ji sedî dudu û nîva (% 2,5) dibîne. Bi vî çavî hêvîkirina dîtina Xwedê Teala ku li vê alemê hemû hebunên nûrani çêdike, qene têgihîneke zid e ji bo qanûnên fîzîkê. Aliyekî vê mijarê din jî însan li vê dinyayê îmtîhan dibin. Dîtina Allah Teala li sira vê îmtîhanê ters dikeve. Madem mebesta hatin şandina me yî vê dinyayê naskirina Xweda Teala û îbadeta wî ye û însan di navbera bawerî û înkarê de mane; heke dîtina bi çav hebuna wê demê herkes bixwazî nexwazî wê mecbur bimana baweriya Xwedê û wê sira îmtîhanê ji holê rabuna. Li gorî îfadeya Bedîûzzeman mirovên weke Ebu Cehil ku xwedî ruhên komerî ne û mirovên weke Hezretî Ebûbekir ku xwedî ruhê elmasî ye wê di eynî hîzayê de bimana.

Sebeba nedîtina Xwedê Teala bi çav ew e ku qudret ilmê wî her tişt girtiye û zida wî tune ye. Mesela, weke ku atmosfer dinya me bi tevahî dorpêç kiriye wê demê ne mumkin e em tavê bi çav bibînin. Bela ku cî tev bi roniya tavê hatine dorpêçkirin tav nayê dîtin. Hem zidê wê weke şevê jî tune ji ber vê yekê tav nayê dîtin û mahiyeta wê nayê fêhmkirin. Belê înkarkirina hebuna tavê ku bi roniya xwe hemu cî girtine jî cehalet e.

Di nav perspektîfa eynî mantiqî de, nedîtina Allah Teala bi çav go zidê wî tune û bi nav u sifatên xwe alem tev dorpêç kiriye û li her derê amade ye em karin fêhm bikin.

Li axiretê rewş bi tevahî cûda ye. Wê ruhê ehlê cennetê bi ser kevin li hember bedena wan. Hebuna ku li vira weke siyê li wir wê eslê wê bê afirandin. Însan bi her awayî wê bibe layiqê cennetê û wê ji îhsanê cennetê teva îstîfade bike. Li ser meseleya ruyetê ku ne daîmî ye divê mirov bifikire.

Naxwe tê fêhmkirin ku wextê ehlê cennetê wê mazharê rûyetê bibin we têkevine rewşeke cûda û ev îkrama îlahî wê li ciyekî taybet ji bo wan wê çêbibe.

Çawa ku riwayet hene dibê wextê ehlê cennetê ji ruyetê vedigere wê malbata wî wî nas nake. Ev riwayet jî meseleyê şanî mirov dide.

Bi Silav û dua...