DESTPÊK

Gelo Ustad Muctehid e?

       Muctehid, alimên bi quwweta îzhar kirina hukmên îşarî û xefî di nav Qur’an û sunnetê da ku însanên 'ewam nikarin bibînin, ji wan ra tê gotin. Zirweya 'ilmê meqamê muctehidbûnê ye. Bo gihîştina meqamê muctehidîyê di gellek 'ilman da kûrbûn û waqifbûn pêwîst e.

Hinek ji van 'ilman em wek mînak bi sernavan bidin.

Musaidbûna fitrî: Bona gihîştina meqamekî mîna îctihadê, divê rewşa hafize û zekaya însan pirr raser û mukemmel be. Hafize û zekaya normal û di binê normalê da, bo îctihadê têrê nake. Ev jî, ji new'ê 'inayet û îkrama Xwedê ji hinek însanan ra tecelliyeke xusûsî ye. Dost û dujmin herkesî qebûl kiriye ku rewşa hafize û zekaya Ustad di sewiyeya îctihadê da ye.

'Erebiyat: Bi hemû eqsamê 'Erebî waqif bûn. Zîra zimanê orijînal ê Qur'an û Sunnetê 'Erebî ye. Îmamê E'zem sirf bona ku di 'Erebî da kûr be du salan di nav bedewîyên ku 'Erebîya fesîh diaxivin da maye. Ustad çiqasî waqif û hakimî 'Erebî ye, ji esera bi navê Îşaretu'l Îcaz xwendin mumkin e.

Esbabê Nuzûl: Şaxa 'ilmê ya ku sebebê dahatina ayetan vedikole. Saxlem (bi zexm) û bi tendirustî fehmkirina ayetekî, encax (hema) ka ew ayet ser kîjan sebeb û bûyerê dahatiye bi zanîna vê mumkin e. Ji ber vê, ji şertên îctihadê yek jî eva şaxa 'ilmê ye.

'Ilma 'Amm-Xass: Şaxa 'ilmê ya ku giştî bûn û taybet bûna ayet û hedîsan vedikolîne. Yekî ku vê 'ilmê nizanibe, ayeteke ku hukmekî xusûsî îfade dike ku gelemperî bike, dê însanan têxe zorê. Yan jî ayeteke ku 'umûmiyetê divête teng bike, wê çaxê emrê Xwedê tehrîf dike. Ustad di gellek ciyên Rîsaleyên Nûr da ji vê xusûsiyetê ra îşaret dike.

'Ilma Hedîs: Tefsîra yekem a Qur'ana Kerîm hedîsên Pêxemberê me (asv) in. Tu kesek nikare ser hedîsan ra bazde (derbasbe) Qur'anê şîrove bike; şîrove kirina wê bêimkan e. Zîra ayetên Qur'anê yên wisa hene ku, îmkan tune ku 'eqlê însan wan ayetan dahûrîne (ji hev derxe). Hiyerarşî; bi şeklê Qur'an, sunnet, îcma' û muctehid diçe. Di ser helqeyek (xelekek)a vê zincîrê ra bazdan (derbasbûn) batil e. Waye ji ber vê bona îctihad kirinê, hemû hedîsên Pêxemberê me (sas) ji nezerê derbas kirin îqtiza dike. Wuqûfiyeta Ustad bi hedîsan diMu'cizatê Ehmedîye da tam tezahur dike. Bê kitab û bê çavkanî, bi tevahî di nav donzdeh saetan da, sêsed mu'cizeyê bi tevî rawîyan gotin encax (hema) bi waqif bûna hedîsan mumkin e. Bi ser da di gellek ciyên Rîsaleyê Nûr da qaideyên aidê usûla hedîsan mukemmelen hatine dayîn, ji wuqûfiyetê ra îşaret dike.

'Ilma Tefsîr: Şaxa 'ilmê ya ku me'nayên aşkere û veşartî yên di kelime(peyv) û cumle(hevok)ên Qur'ana Kerîm da vedikolîne. Gellek qaide û usûlên giştî û taybet ên vê hene. Ustad gellek ji vana ra di esera bi navê Muhakemat da îşaret dike. Ustad jixwe muctehidekî tefsîrê ye.

Siyaq Sibaq: 'Ilma şîrove kirina ayeteke Qur'anê, bi diqqet kirina yekparebûna mijar û kitabê ye. Yanî pêşî û paşiya ayetekî ber çavan girtin û fehmkirina wê ra xebitîn. Gerna fehmkirina wê ayetê berfireh û bi tendirustî bêimkan e. Rîsaleyê Nûr tefsîreke di vê xusûsê da bi mînakan va tijî ye. Ji ber ku te'rîf û îzaha mes'eleyekî di rîsaleyeke din da hatiye kirin, lazime ku ew rîsaleya din jî bête zanîn; gerna ew paragraf naê fehmkirin. Ji eserên wî tê fehmkirin ku Ustad muctehidekî bi qasê ku Qur'an û sunnetê wek yekpareyekî vekolîne bi wuqûfiyet bûye.

Yê ku bi gellek 'ilmên mîna van bi kûrahî waqif nebe nikare îctihad bike. Van şaxên 'ilmê qada hevpar a îctihadê ne. Yanî di kîjan şaxa 'ilmê da dibe bila bibe, kesekî heta ku bi van 'ilman waqif nebe nikare bigihîje meqamê îctihadê.

Ji ber ku Qur'an û sunnet çavkanîyên sereke yên ku hemû 'ilmên dînî di nav xwe da dihewînin, her muctehidekî xwedî 'ilm, hukmên bi qada xwe va têkildar ji wê çavkanîyê digrên û ji însanên 'ewam ra îzhar dikin. Ji vê yekê nevê ku muctehidek di her şaxa 'ilmê da muctehid be. New'ekî branşbûn(şaxbûn) heye. Ustad û muctehidên her şaxa 'ilmê cuda ne. Yekî ku di şaxekî da muctehid e, dibe ku di şaxên din ên 'ilmê da muctehid nebe. Di hemû şaxên 'ilmê da gihîştina meqamê îctihadê, di tarîx(dîrok)ê da ji zaf hindik kesan ra nesîb bûye. Ji vê ra mînaka herî rind Îmam E'zem e.

Aliman dane zanîn ku Mehdîyê ku di axirzeman da were jî, ji van şexsên nadir e.

"Cenabê Heqq, ji kemalê rehmeta xwe, ji ebediyeta şerîeta İslamiye ra wek esereke himayetê, di her zemanekê fesada ummetê da muslihek yan jî muceddidek yan jî xelîfeyekî zîşan yan jî qutbekî e'zem yan jî murşidekî ekmel weyaxûd zatên di hukmê new'ekî mehdî da şandine, ew fesad îzale kiriye û millet islah kiriye, dînê Ehmedî (a.s.m) muhafeze kiriye."

"Madem adetê wî wisa cereyan dike. Di zemanê fesada herî mezin a axirzeman da, helbet wek muctehidekî herî mezin, hem muceddidekî herî mezin, hem hakim, hem mehdî, hem murşid, hem qutbê e'zem dê zatekî nûranî bişîne û ew zat jî dê ji ehlê beyta Nebewî be. Cenabê Heqq mîna ku di zerfa deqîqeyekî da alema beyne's-sema we'l-erd bi ewran tijî dike û vala dike, di saniyekî da firtineyên deryayê teskîn dike. Û Qedîrê Zulcelalê ku di nav biharê da di saetekî da numûneya mewsim (demsal)a havînê, di saetekî da firtineya zivistanê îcad dike, dikare bi Mehdî jî zulumata alema İslamê belaw bike. Û we'd kiriye; helbet dê we'da xwe bike. ."(1)

Ustad, belku di qadên din da jî di meqamê muctehid da bû, lêbelê ji ber ku di wan qadan da îhtiyac tune bû, neçûye rêya îctihadê nû. Hemû mesa'îya xwe ji îmana însanetîyê ra serf kiriye. Zîra wesîqeya seadeta ebedî îmaneke saxlem/muhkem e. Ku di vê îmanê da şek û şubheyek hebe, Xweda neke, encama wê xusraneke ebedî ye.

Waye Ustadê ku di dewreke maddeperes û înkarker da dijiya, di qada fiqhê da îctihadên nû nekiriye, bona seadeta ebedî ya însanetîyê di qada îmanî da hereket kiriye û enerjîya xwe li vê qadê serf kiriye. Gerna ku îhtiyac hebûya Ustad jî xwedî hêzekî bû ku dikaribû di şaxên din da jî îctihad bike. Ji ber vê îhtiyacê îctihad nekirina wî naê wateya ku muctehid nebû.

Îmam Xezalî jî bi wateya mutleq muctehid bû, lêbelê bi îctihadên nû mezhebek saznekiriye. Bixwasta û îhtiyac hebûya wî jî dikaribû mezhebeke nû sazbike. Jixwe di qada fiqhê da hemû aliman gotine ku îctihadên çar mezhebên heq heta qiyametê dê têrê bikin.

Ustad, di qada kelam û tefsîrê da hereketa tecdîdê destpê kiriye û terzeke nû û usûleke nû te'sîs kiriye. Zîra di vî zemanî da tecdîd di van qadan da pêwîst bû. Şaxên 'ilmê yên din jî dikarin li ser van hîman bilind bin. Ciyê ku îman tunebe, di qada fiqhê da îctihadên nû kirin ji new'ê bi 'ebes îştixal e. Ji vê yekê Ustad, tercîh kiriye ku hêza xwe ya îctihdaê di rêya îman û tefsîrê da serf bike. Ev tercîha wî jî, tercîheke mutabiqî pêwîstîyên halê alemê ye.


(1) bnr. Mektûbat, Mektûba Bîst û Nehan, Qismê Heftan