Henekbaz
ÇÊLIKÊ HÊŞTIRA MÊ
Hevalekî wî jê hêştirekî siwarê dixwaze. Ew (‘esw), dibêje:
"Dibe, em te li çêlikê arvaneyê (hêştira mê) siwar bikin."
Hevalê wî şaşmayî, îtiraz dike/bervê dide.
"Ey Resûlê Xweda, baş e lê ez çêlikê hêştira mê çi bikim. Ji min ra kêr nayê ku."
"Hemû hêştir ma çêlikê hêştireke mê nînin?"[1]
KA PEREYÊ MIN TUNE KU BIDIM
Ji hevalên wî yekî henekbaz tim ji wî re xelat dibir. Evan bipirranî tiştên ji cinsê rûn û hingiv bûn. Peyra xelatfroş ku tê pereyê xwe dixwaze jî, hevalê wî yê feqîr lê henekbaz ji Hz. Muhemmed ra dibêje:
"Ey Resûlê Xweda! xwedîyê rûn û hingiv hat, pereyê xwe dixwaze."
Li ser vê yekê, Hz. Muhemmed (‘esm) jî, tevî henekê dibe, bi helwesteke ciddî, bervê dide dibêje:
"Baş e lê ma te ji me ra ew xelat neanîbû?"
Yê henekbaz jî dibêje "Ka pereyê min tune ku ez bidim."
Li ser vê, Hz. Muhemmed (‘esw) bi rûken deynê deyndêrê dide...[3]
YÊ KU ÇAVÊ XWE DE GEWRAHÎ HE YÎ
Ji xanimên Musliman yekê niyazeke xwe vedigot. Hz. Muhemmed (‘esw) di nav şorê da dipirse:
"Ma tu ne jina wî kesê ku çavê xwe de spîtayî heye yî?" Xanim şaşmayî bersiv dide;
"Ey Resûlê Xweda! Di çavê mêrê min da sipîtayî tune."
"Çavê her însanî da sipîtayî heye."[4]
BILA BELÛR NEŞİKÊN
Di hingava rêwîtîyekî da hevalê wî yê bi navê Enceşe, li pêşiya hêştiran bo ku bila hîn zû bimêşin sitran digot û tempo digirt. Sitran bilez dibe, tempo radibe û sur'eta hêştiran jî zêde dibe. Hz. Muhammed (‘esw) bo xanimên li ser hêştiran endîşe dike, bangî Enceşe dike:
"Enceşe baldar be/dîqqet bike! Bila belûr neşkên!"[5]