DESTPÊK

Heywanhezker

GOYÎNDARIYA WAN BIKE

Bo serfirazîya herî mezin ya heyata Xwe'yê şêst û sê salan ketiye rê. Li serê artêşeke deh hezar kesan, hindik maye bigihîje deriyê ocaxa bavê xwe, welata xwe yî pêşîn Mekke. Êdî hemî Erebistanê serwerîya wî nas kiriye.

Dema li herî pêşiya artêşê pêş va diçe, li ser rêya wan kûçikekî mê yê ku nû zaye û cewrikên wî dibîne. Ji hevalên xwe Cueyl bin Suraqe ra bang dike û ferman dike.

"Tu dê li pêş dayîkê û cewrikan bimînî û heta temamê artêşê  derbas be ji wan re goyîndar bî û ji hinciqandinê biparêzî." 

Dêlik û cewrikên wê nehatine aciz kirin lê artêşa Fethê ya deh hezar kesan rêya xwe guhertiye.[1]

 

HEYWANÊ KU NIKARE BIPEYVE

Rojekî di rê da dare, hêştireke ji birçîbûna zikê wê piştê va zelliqî dibîne.

Rûyê xwe ewrayî dibe û dizivîre xwediyê hêştirê: 

"Çaxa li vî heywanê ku nikare bipeyive dinihêrî ji Xwedê bitirse!"[2]

 

LI PÊŞ ÇAVÊ MÎYÊ

Pismamê wî Evdillayê kurrê Ebbas vedibêje. Royekî em bi Resûlê Xweda (‘esw) ra diçûne derekî. Yekî, ji bo serjêke mîyek girêdabû, li pêş çavê mîyê kêr tûj dikir. Hz. Muhemmed (‘esw) bangî wî kesî kir:

 "Ma tu dixwazî wî pir caran bikujî?"

 

________________________________________________________________________________________________________________________

[1] Bi Aliyê Rasti Va, (I) , s. 10-25.

[2] Afzelur Rehman, Ansîklopediya Sîret (I), s. 47.