DESTPÊK

Mamoste/Fêrmend

Halê Umerê berê, Halê pişê Îslamê!..

Li berî Îslamê umer, biawir, bêtirs, gotinên xwe bieşkere, bi rêya ezemetî û mezinahî de însanek bû. Dema biçûkahî, kesên din re pêşbazî dikir, şor davêt, histuyên hêştiran xahr dikir dikirê bin xwe, wî de behremendîyên çawa hêne nîşan dike. 
 
Umerê li piştê Îslamê jî, merîvekî pêle morîyan nake, kulîyan nakuje, rûh kubar û  bihîstiyar e. Şefqat û bihîsiya xwe ewqas pir û fireh e ku:
 
Digot "Mîyek ferêt de derbasbe bikeve bifêtise, Xwedê we hesabê wî ji Umer pirske."[8]
Eve/îşte terbiyeyeka wiha ye terbiyeya Hz. Muhammed (esw)...
Bedîuzzeman, va cudahîyê Hz. Umer de bi gotinên vecîza wuha vegotin dike;
 
Gellek caran fuceten yek nezerek Pêyxember,
Cahîleka bedevî kir alimê munewwer.
Ger mêzinê dixwazi: aşta aşta mîsalê,
Halê Umerê berê, Halê piştê Îslamê.
Umer ewwil dendike ne malek qiymetdar e,
Ama piştê Îslamê çi darek meywedar e.
Wê hurmeta Pêyxember, wê gesela Ehmedî,
Destê wehîy dirêj kir Cezîret-ul Erebî.
Danî ser wê fitreta bûne wê komira reş,
Tesîra wî zêde bû derhal bû elmasa xweş.
Eyni weka barûtê ehlaqê wan seran ser,
Agir girtin têqiyan, bûne nûrek munewwer.[9] 
 
Têbinî: Va wergera lemeatê, ji wergera Melle Feyzi GÜZELSOY hatiye standen/hilgirtin e.
 
 

Ji Şivanî de Zanyarî/Alimî

 
Evdillah b. Mesud (ra) însaneka mîyê Ukbe b. Ebê Muayt diçêrand bû.[7]
Terbiyeyê Resûla Xwedê de derbasbû û ji wê însanê mî/pêz diçerandi de alimeka wusa derket ku;
Em dikarin bibêjin ku Mekteba Kûfe, esera va sehabiya binavûdeng bû.
Bifikirin ku, Alleme, Nehaî, hemmad/hammad/hemmed, Sewrî û Ebû Henîfeyan giştî şagirdên vî mektebi ne.
Vê zatên mezina her yek sehayê xwe de pêşdar bûni, ilmên xwe bipiranî çavkanîyên ibn Mesud da standin/hilgirtin e.
İbn Mesud jî birasti şivanê mîyan bû. Û eve, Resûla Xwedê ji şivanê hêştiran/mîyan de dahîyên wiha perwerde dikir.
 

Giringîya Dayi xwendinî û Nivîsandinê

 
Di nav hêsîrên Herba Bedirê de yê ku nikarin fidyeyê azadî bidin xwendin û nivîsandinê zanin hebûn. Pêyxemberê me (esw) ji van re gotibu, bi şerta ji ensaran de deh zaroka nivîsandinê hîn bikin hûn azad bine. Vê fikra, him hêsîran re him jî ji enser re, ramaneka ji herdû alîyan re bimenfeet bû. Hêsîr û eshab ji bo perwerdehî hema destê xwe hilmalandin, bi zemana kurt de xwendinî û nivîsandin hîn bûn. Bi xadî vî, di Medîne de yê ku xwendinî û nivîsandinê zanin gellek zêde bûn.[2] Di nav van da katibê wehiy û bo istîkbalê de Qur'an werê mushêf kirin wezîfedar Hezretî Zeyd bin Sabit jî hebû. Wê çaxê zarokek bû, hema terbiyeya Resûlê Xwedê wâ ya him kiriye katibê wehîyê, him jî Qur'an bi mushef heta va royê me were bo wî perwerde wî temin kiribu.