DESTPÊK

Nimêja witir çima li dû nimêjê terawîhê bi cemaetê re tê kirin; ma em li mal bikin nabe?

 

Birayê me yî hêja:

Nimêja terawîha ku sunnet e bi cemaetê tê eda kirin, nimêja witra li piştî wî tê jî, bi cemaetê re tê eda kirin. Rojên din sunnetên dawî ji ber ku bi tena serê xwe têne kirin, nimêja witra li dû wî tê jî, wisa tê eda kirin.

Kesê ku tenê nimêja ‘eşayê bi cemaetê ra bike û terawîha neke, lazim e ku nimêja witir jî bi tenê bike. Nimêja witir tenê di Remezanê da bi cemaetê ra tê eda kirin.

Îmam vê nimêjê bi aşkeretî dide kirinê. Duayê Qunûtê, bi gorî têbînîya ku tê tercîh kirin, îmam jî cemaet jî veşartî/xefî diwxînin. Derveyê meha Remezanê, nimêja witir bi cemaetê kirin mekrûh e.