DESTPÊK

Gelo Ma Îslam Dînê Terorê ye

Hun Karin Ji Qur’anê Delîl Bînin û İsbat Bikin ku Îslamiyet ne Dînê Terorê ye û Berevajî vê Îslamiyet teror, anarşî û fitne qedexe kiriye?
 
Bersiv: Qur’an lanet li teror kiriye. Anarşî û fitneyê buyereke herî sawdar daye wesfandin. Îslamiyet her cure teror, zilm û xayintî qedexe kiriye; Li hemberî hemû cureyên anarşî, ewaniyê bi şidet disekine. Îslamiyet li hemberî zerarê zerar nade.Dînê Îslamê ji bo sazkirina edaletê, ji bo şikandina despotî û zordariya nefsa dijwar û ji bo wijdanê bêne rewşa îtîdalê ji terefê Îlahî hatiye şandin. Ji ber vê yekê Îslam di vê mijarê de zehf hestyar e. Wilo ye ku, Qur’an kuştina mirovekî bi neheqî, xwînrijandiniyê, cinayeteke herî bi dehşet li hemberî hemû însaniyetê hatiye kirin dike wesfandin. Herweha/Heta Cenabê Heq :”Kî ku li hemberî canekî an jî li hemberî derxistina fitneyê li ruyê dinyayê bi neheqî yekî bikuje, WEKÎ KU HEMÛ ÎNSAN KUŞTİNE;Kî jî ku jiyanekê xelas bike WEKÎ KU ÎNSANİYET TEV XELAS KİRİYE DİBE”(Suretê Maîde, 32) ferman kiriye. Qur’ana Pîroz bi terorê re li hemû fitne û fesadiyê jî lanet kiriye. Qur’ana Pîroz bal kişandiye li ser mirovên fitne derdixin, ên ku dibine sebebê fitnê di civakê de û şer û fitneya ên ku wesfê derbasî serî dibin tovê fitnê û fesadê diçênin. Qur’an dehşeta ewaniyê, xeteriya fitneyê bi rewşeke zelal derxistiye holê: “Ew, wextê ku li ser ruyê erdê dest bi kar kirin, baz didin/dirivin ji bo ku li wir fesadiyê derxin û debr û zurriyetê ji koka wê ziwa bikin. Xweda ji fesadiyê hez nake.” (Suretê Baqara, 205).
Qur’an fitne qedexe kiriye. Di ayetekî Kerîm de Cenabê Heq: “Fitne, zulm û zordestî ji kuştina mirovekî sawdartir e.”(Suretê Baqara, 217) ferman dike.
 
Di ruhê mislimanekî ku ji ayetên Qur’anê yên wilo bi zêdeyî fêde kiriye; neyartî, kîn û hovîtî tune ye. Bi neyarê wî ê herî mezin re ji aliyekî wekî biratiya he ye. Mumin heqîqeta “Me yên hatin afirandin xweş dîtin, ji ber Afirînerê wan”qebul kiri ye. Mumin fedaiyê muhebetê ye. Ji xusûmetê/neyartiyê re wextê tune. Cenabê Heq di Qur’ana Pîroz de Ji ber ku zerarên hinek însanan ji aliyê hinek însanên din hatine astengkirin îbadetgah ji zeraran hatine parastin îfade dike û bala bawermendan dikişîne li ser berlêhatin girtinên zeraran: “...Lewra ku Xweda mirov li hemberî hev bêkes bihiştana bêguman wê demê keşîşxane, dêr, sînagog û îbadetgahên go navê Xwedê li wan deran bi bîr tên anîn wê xera bibûna biçuna.“ ( Suretê Hecc, 40)
 
Hezretî Muhemmed (sxs) pêxemberê rehmet û şefqetê ye. Di Qur’ana Pîroz de Cenabê Heq: “(Ey Resûlê min) Me, te ji aleman re wekî rehmetê şiyand." (Suretê Enbiya, 107)  ferman dike. Hezretî Pêxember hemû cureyên exlaqê xweş di jiyana xwe de bi fiîlî şanî daye û di hemû jiyana xwe de eshabên xwe ji fitnê dûr kiriye.Bi hesasiyet û cidiyeteke fewqelade ji bo ji fitnê dûr bisekinin emr kiriye:
“Ji fitnê dûr bikevin! Lewra wê demê ziman wekî derba şur e. (Îbnî Mace, Fiten, 24). “Ev muheqeq e fitneyek, cihêtiyek û ixtilafek wê çêbibe. Wextê ev rewş hat tevlî şurê xwe here Uhudê! Heta go bişikê li kevir xe. Dure li mala xwe runê. Heta dema destekî gunehkar an jî mirin were te (ji mala xwe derneyê).”(Îbnî Mace, Fîtên, 24). Hema berî qiyametê fitneyên wekî parçeyên şevên tarî hene. Mirov di wextê wan fitna de mumin digihê serê sibehê, heta êvarî dibe kafir; bi mumintî digihê êvarî, sibehê kafir şiyar dibe. Di wan fitna de ê rudinê ji ê şipîya bixêrtir e, ê dimeşe ji ê baz dide bixêrtir e. Naxwe wilo kevanê xwe bişikînin,tîrkevanên xwe parçe bikin, şurên xwe jî li kevir xin. Heke ku bikevine mala we yekî, bila bibe ji kurên Hezretî Adem ê bixêr (bibe ê mirî, ne ê kuştî).”(Ebu Dawud, Fîten, 2; Tirmîzî , Fî ten, 33).