DESTPÊK

Seîdê Nûrsî ma Kurd e, yan jî Seîdê Kurdî ye?

 
 
        Ku em herine du esr berê, wê çaxê yên ku niha tirk dixwiyên kurd, yên ku kurd têne zanîn jî dibe ku tirk bin. 600 salan yên ku heyata xwe bi hev ra berdewam kirine Kurd û Tirk, di encama sedemên herçî wek li erdekî da jiyan dane, herçî ku ji hev qiz dane û standine, sedemê mîna vana ewana kirine mîna neteweyek/milletek. Xêncî yê nesebê xwe tam têne zanîn, kesên din divê di mijara nesebê da zêde nekevine teferruatê.
 
Seba me ya bingehîn Îslamiyet e. Netewe jî bi gorî ayeta kerîme “hev naskirin û lihevhatin”e ku derveyî xwastina me Xweda ji me ra bexş kiriye. Ji wilayetên rojhilat ra “Kurdistan” tê gotin û di dema Osmanîyan da jî wisa dihate gotin. Va nava bi  manaya  'irqî (nijadî) nedigotin. Tenê navekî ciyografî ku dayine alê şerqê bû, mîna Pakîstan, Efxanistan...  Ji însanên vê herêmê ra jî digotine Kurd. Dîsa dihate manaya ku ev kesan li vê herêmê rudinişt, mîna Erziromî, Qonyewî û Bursewî... Bi vê manayê wê demê Osmanî bi vî navî bangî Hezretî Ustad dikirin. Lê belê va nava dûv ra ji bo ku manayê din jî dihatine bîrê însana, Ustad, piştî Osmanî nisbeta bi gundê xwe ra paşnava “Nûrsî” standî û bikaranîbû. Lê belê di hinek qeydên fermî da tête zanîn ku paşnavê xwe yê OKUR jî derbas dibe.
 
 

Şîrove

hevalên hêja û delal dev ji

hevalên hêja û delal dev ji netewa rêber saÎd berdin. Qey ma rêber derewkere(haşa summe haşa) ku di rîsaleyên nûrê belkî 100 cara gotîye ku ez KURD İM. Li gorî gotina rêber, seyyîd jî nîne vî rastîyê jî bizanin êdî. Ez wiha zanim hûn çawa dixwazin wusa bizanin.

Welat navê xu ji milletê xu

Welat navê xu ji milletê xu distîne, ne kû navi welat li millet dibe.Mîna ça kû welati Tirkara dibêjin Türkîstan welatî Kurdanra jî dibêjin Kurdistan.

Seydayê Mezin Bedîuzzeman

Seydayê Mezin Bedîuzzeman Mele Seîdê Kurdî Kurd e û ji Kurdistanêye. Divê mirovê zana, mirovê xwedî aqil û wijdan, însanê Musluman vê rastîyê bibîne û qebûl bike.