DESTPÊK

Serok/Pêşewa

RÊWÎTIYA BÊGAVÎ

Artêş dijberî qebîleya "Benî Mustaliq" hereket kiriye. Serfirazî bihêsanî tê qezenc kirin... Lê belê bûyereke ku destpêka rêwîtîya vegerînê da hatiye jiyîn, agahîya xetereke mezin dide.

Li dereke vês dikin, di navbera Muslimanekî Medîne û Muslimanekî ku ji Mekke hicret kirî da bi sebebekî ji rêzê gengeşiyek tê jiyîn. Paşê bûyer bilez mezin dibe û dizivire dibe pevçûna Mekkeyî-Medîneyî. Eger ku pêşgir neyê standin, hêza maddî ya Muslamanan ya herî mezina heta wê rojê ku  rûhê yekitiya hundirî û biratiyê dê hema hema rabe.

Hz. Muhemmed (‘esw) ku bilez dest dide ser vê rewşê, emr dike; û artêş dimeşe. Hal ev e ku vî demi de saetên herî germ in ku herroj di vêskirinê da dihatibu derbaskirin. Wê rojê heta êvare û dirêjahiya şevê tim bi tempoyeke bilez meşandin dewan dike. Roja din çaxa nîvro nihayet destûra vêsandinê tê dayîn, lê belê artêşa ku hema hema bîst û çar saet in hereket dike, qe tu kes xwedî hêzê nîne ku pevçûna duh dewam bike. Hemî artêş bi awayekî nîv velisî xew va diçe. Di vê hingavê da Hz. Muhemmed (‘esw) bona ji holê rakirina xetera ku derdiçû pêngav avêtiye, saetên herî xeternak ên ku pevçûn mezin bibe jî hatine derbas bûne.[1]

 

MÊRİK MAFDAR E

Ji hevalekî xwe hinek xurme/qesp deyn distîne. Wextê ku deyndayînê hat jî, ji ber ku wê gavê îmkana xwe tune bû, ji Muslamaneki Medîneyî ra dibêje deynê min bide. Lê belê kalîteya(wespa) qespên ku yê Medîneyî dide hîn xilt e. Deyndêr qebûl nake. Yê Medîneyî diqehêre :

dibêje,  " Ma tu qespê ku Resûlê Xweda dide naxwazî?"Deyndêr histûyê xwe xwar dike;

"Eger Resûlê Xweda jî bi dadmendî tevnegere, em dê ji kê dadmendiyê bipên?" bi pirsî dibêje.

Ji vê asûnê haya Hz. Muhemmed (‘esw)  tune ye. Ku agahî didinê, xemgîn dibe, çavên wî tijî hêstir dibe, dibêje:

 "Mêrik mafdar e". 

Ferman dike, qesp têne guhartin.[2]

 

DOZA XWÎNDARIYÊ

Dema ku li mescidê xutbe dixwîne,yekî di Mislimantîyê da nû, radibe piya, doza xwîndariyê dikudîne. Gotinên Hz. Muhemmed (‘esw) dibire; dibêje:

"Ey Resûla Xweda " û komekî li mescidê rûniştî îşaret dike, "Kalikên van ji mala me yek kuştibûn. Em jî li hemberî wî dixwazin ku ji wan yek bê kuştin." Hz. Muhemmed (‘esw) bitebat û bibîryar, bersiv dide:

"Heyfa bavê ji ser kur nayê standin."[3]

 

________________________________________________________________________________________________________________________

[1] Weqfa Diyanetê, Encumen, Îslamê De Modela însanê û Mînaka Hz. Pêxember, s. 146.

[2] Afzelur Rehman, Ansîklopediyê Sîret, III/190.

[3] Afzelur Rehman, a.g.e. , I/174