DESTPÊK

Xweşbîn

YAHÛDÎ BÛ, LÊ ÎNSAN BÛ

Li Medîneyê dereka hol de bi hevalên xwe re rûdinişt. Pêşîya wan re komekê cenaze derbas dibe. Ji her halê cenaze aşkere dibe ku cenazeyê cihûyekî ye. Hz. Muhemmed (‘esw) heta cenaze derbas dibe, radibe li piya dadiweste. Hevalên wî diheyirin, bi ramana "dibe ku rewş fehm nekiribe" huşyar dikin:

"Ey elçîyê Xweda! Eva yahûdîyek e."

Yanî ne Musliman e. Yanî rabûna te ya pê ne pêwîst e.

Lê hal ev e ku Hz. Muhemmed (‘esw) ji serî da di ferqa her tiştî da ye, bersiv dide:

"Lê belê di heman demê da jî însanek e."[1]

 

Bİ EBDULLAH DE MEKEVİN

Hevalên Wî (‘esw) yekî ji nav xwe pê gilî dikin. Ev Ebdullah kurrê Huzafe ye.

Dibêjin: "Pir henek dike û bi tiştên betal ra meşûl dibe."

Hz. Muhemmed (‘esw) li ser nasekine û wuha dibêje:

"Bi Ebdullah da mekevin. Lewra ew kesekî ku Xweda û Resûlê Xweda birastî hezdike ye."[2]

 

JI SERXOŞÎ RA LE‘NET

Muslimanekî ku gellek caran serxoş hatiye derdest kirin dîsa bi wî hali tînine pêş Hz. Muhemmed (‘esw). Wê hingavê da, yekî li cem nikare xwe bigre, dizivire serxoş û dibêje:

"Xweda li te le‘net bike".

Hz. Muhemmed (‘esw) rûşikandî, rûsar, bangî ê ku le‘net xwand dike:

"Ji wî re le‘net mexwînin. Ez bi Xwedê sond dixwim ku, hingî ez wî nas dikim ew tim Xweda û Resûlê Xweda hez dike."[3]

 

________________________________________________________________________________________________________________________

[1] Ebdirrehman 'Ezzam Ehleqa Mînek ê Pêxemberî Me, s. 94; Di Îslamê de Modela Însanê û Mînaka Hz. Pêxember, s. 125

[2] M. Yusif Qandehlewi, Heyatu's Sehabe, II/479.

[3] M. Yusif Qandehlewi, a.g.e. , II/602.