DESTPÊK

Yekitî û Bihevreyî

 

Wextê ku em cîhana İslamê ya rojane nirx dikin, tiştê herî pêşî bala me dikişîne parçebûn û neyartiya di navbera musilmanan de ye. Di navbera hinek dewlet, millet, cemaet û civakên İslamê de pevnekirin, xirecir û ixtilafên kûr hene.

Di hinek welatên musliman de bi piranî ji ber pisgirêkên etnîk û siyasî, şerên nav xwe û pevçûnî tên jiyîn. Mixabin ê ku ji van cudabûn û pevçûnan herî zêde istifade dikin dujminên İslamê ne. Ango dîrok şahid e ku, ê ku dixwazin muslimana bindest bikin, pêşî komeke Musliman ji xwe re dikin alet û dûre li koma muslimanî din dixin û wan bindest dikin, di dawiyê de vê aleta xwe jî dişkînin.

Di vê mijarê de ji alimên sedsala me Bedîuzzeman Seîd Nûrsî dibêje, ê ku Dewleta Osmaniyan xirab kiriye ne quweta dujminan e, Muslimnanên di hukmê law û brayên wan de ne, û vê wiha îfade dike:

"Ha vaye Hind, bi hesibandina dujmin bavê xwe kuştiye û li ber nigê wî rûniştiye bang dike. Ha va Qefqas û Tirkistan, kesê ku alîkariya kuştina wê dikin diya wan e "ba‘de xerabil Besra" (piştî ku mesele derbas bû) fehm kirin û li ber serê wê digrîn. Vaye Afrîka, brayê xwe yî qehreman bi nezanî kuşt vêga waweyla dike (jê re dilorîne). Vaye Ereb bi nenasî brayê xwe kuşt vêga ji heyreta xwe mehtel maye, nizane bigirî jî. (Ji "Sunûhat"ê)

Belê İngilîzan, musilmanên Hindî xapandin, pê karê xwe kirin û li Osmaniyan xistin, lê dû re Hindistan jî qir kirin. Rûsan brayên me yên Qefqas hemberî me bikaranîn lê dû re ew jî bindest kirin.  Îtalyan û Fransiyan, Afrîkaya Bakur ji me qetandin, lê belê ew bixwe ji wir veneqetiyan. Ereb alet kirin, lê belê diyar e ku Ereb bi ti awayî rehet nakin. Vaye Filistîn, vaye ‘Iraq, vaye Sûriye...

Ji aliyê din li çar aliyên dunyaya Îslamê model, ray û şîroveyên dînî yên cuda hakim in. Cudabûna wan model, ray û şîroveyan divê nebine sebeba dujmintiya musilmana ji hev re. Berevajî divê bibin wesîleya alîkariya musilmanan ji bo hev. Çawa ku cudabûna ‘ezayên (lebatên) wucûd, ihtiyacên rûh tînin cî. Kêmasî yan seqetbûna (‘uzwekî) organekî tenê hereketên tevahiya wucûd bisînor dikin. Bi heman şeklî, ji heqîqeta "Milliyeta me yek wucûdek e, rûhê wê Îslamiyet, aqlê wê îman û Qur'an e." (Ji "Munazerat"ê) bi hereket, ji Îslamiyetê re ku di hukmê rûhê me de ye, her millet û cemaet weke ‘uzwekî xizmet dike û wezîfeyekî îcra dike. Di rewşa nebûn/kêmasî an jî seqetbûna wê millet an cemaetê de, teqez e wê herkes zerarê bibîne.

Ji bo hebûn û berdewamiya Îttihada Îslamê yanî yekitiya Îslamê :

1- Milliyeta Îslamê –ummetperwerî- wek bingeh girtin, destberdayina fikra irqperestiyê;

Bi vî awayî her netewe ne bi qasî quwet û nufûsa gellê xwe, lê bi qasî ferd û milletên mensûbê dînê Îslamê wê hêz û quwetekê bi dest xin. Wî wextî wê karibin edaleta heqîqî li dunyayê bicî bikin û karibin nîşan bidin ka bikaranîna quwetê divê çawa be. Gerna "Em ne karin jiyana xwe muhafeze bikin û ne jî huqûqê xwe mudafe‘e bikin."

2- Terîqet, mezheb û cemaetên dînî ên di alema Îslamê de divê di mebest û bingehên dînî de tifaqê bikin û meseleyên teferruatê jî niqaşê nekin;

Lewra civaka Îslamê weke artêşeke mezin e, di vê artêşê de her cur beş û kom hene. Lê belê cudabûna van beş û koman tenê wek nav heye. Yanî weke hêzên bejayî, hêzên deryayî, hêzên asmanî û hwd.. nava distînin. Lê belê bi hezara terz û şeklan yekitiya wan heye. Dewletên wan yek, welatên wan yek, alayên wan yek, artêşên wan yek in.

Bi vî awayî cemaet û milletên Îslamî jî, tenê navên wan cuda ne. Lê belê Xaliqê wan yek e, Rezzaqê wan yek, pêxemberê wan yek, qibleya wan yek, kitaba wan yek, yek, yek, yek, yek,... bi qasî hezaran yek, yek.. Ha ev qas yek yekan; bratiyê, hezkirinê û yekitiyê pêwist dike. Gerna "Nezanîna rabiteyên manewî ku muslimana bi hev ve girêdidin", bo musilmanekî felaket û bextreşiyeke herî mezin e.

3) Berbelavkirina meşweretê di navbera dewletên Îslamî de;

Meşweret kirin cîhadeke manewî ye. Meşweret/şêwr, hekîmtiya parêzger a di bijîşkiyê de tîne bîra meruv. Tedbîr standin ji bo ku nexweşî çênebe tedawiya herî mezin e. Dema ku em di vê de biserneketin, hinga dor tê rêyên tedawiyên din û di dawiyê de jî dor tê ‘emeliyatê. Her çiqas hekîmtiya parêzger demeke dirêj û sebreke mezin dixwaze jî, lê belê ku faideyeke mezin weke xelasbûna ji ‘emeliyatê temîn dike, divê em bi kêfxweşî têkevine vê rêya zor û bi zehmet.

Ev xalan, ji sebebên ku bo yekitî û beranbertiya musilmanan girîng in, tenê sê heb in.

Bi vê quweta mu‘ezzem ku ji bratiya dînî ya musilmana tê, û bi piştgiriya wan dertê, dînê me, millet û welatê me ji hemî taluke û dujminan tê muhafeze kirin (hêvişandin) û dibe wesîle ji bo aştiya civakî.

Lewma, dujminên dîn ên ku baş zanin xwe li hember vê quweta maddî û manewî nikarin rabigrin, ji bo parçekirin û belavkirina vê quwetê bi her curr hîle xap û planan dixebitin da ku yekitî û beranbertiya alema Îslamê xirab bikin.

Li hember xapandinên van ewanan divê em huşiyar bin û divê em ẋêret bikin da ku mana û ehemmiyeta bratiya Îslamê ku dînê me bi girîngayî li ser sekiniye bizanin û îcabên wê bikin. Di vê mijarê de kar û berpirsiyariyên pir mezin dikevine stûyê hemî dewlet û milletên Îslamî û bi taybetî jî Tirk û Ereban. Lewra du baskên girîng ên artêşa Îslamê, ev herdu brayên heqîqî û milletên behadir, gernas tînin holê.

Di vê mijarê de Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî di xutbeya xwe yî meşhûr de ku li Şamê daye dibêje "Bingeh û rûhê milliyeta me ya heqîqî Îslamiyet e. Û ji hêla alagiriya artêşa Tirkan ji wî milletî re, Ereb û Tirk di hukmê wê kelheya milliyeta Îslamiyetê de weke du brayên heqîqî, nobetdarên wê kelheya pîroz in.

Vaye bi van girêdanên manewî ên vê milliyeta pîroz a Îslamê, hemû musilman dikevine hukmê tek eşîretekî. Weke ferdên eşîretê milletên Îslamê jî, bi hevre bi girêdaên manewî ve îrtibat û elaqe tînin cî. Alîkariya hev a manewî (û pêwistî hebe a maddî jî) dikin. Herwekî hemû milletên Îslamê bi zincîreke nûranî bi hev ve girêdayî ne."

Ev ayet, me haydar dike ku gava di navbera muslimanan de alîkarî û piştgirî tune be, wê fesadiyên mezin werine holê:

"Ê ku dîn înkar dikin jî weliyên hev in. Eger hûn vêna nekin, alîkariya hev nekin, li dunyayê wê fitneyek derkeve, xerabiyek mudhiş (bidehşet), fesadiyek wê were holê." (Sûreta Enfal, 73)

Ev ayet çiqas dirust e, bi nêrîna vê yekê mumkin e ku, bingeha alozî û agirê zulmê li dunyayê ne heq e, quwet e.

Alema Îslamê îro bi kîjan tengasiyê sancî dikişîne, welatê me jî bi vê nexweşiyê muzterib e. Li vira jî xebatên ji bo xerabkirina yekitî û beranbertiya me bi hemî şiddeta xwe dewam dikin.

Ev welatê me hamiyan e û em hemî weke wucûdekî ne. Organên ku nexweş in û em wan naecibînin jî ên me ne. Em nikarin wana ji bunyeya xwe, ji qelafeta xwe biqetînin bavêjin.

Qelebalixên ku li nexweşxaneyan dor bi bor rêzbûne ma vê dersê nadine me? Her yekî ji wan ji organeke xwe ji ciyekî wucûda xwe ma nexweş nîne? Lê çima bazdidine tedawiyê? Ne ji bo pakkirina wê ‘uzwa nexweş e? Ku em jî, ne ji nexweşan re, lê belê ji nexweşiyan re bibin dujmin û ji bo ku bunyeya xwe yî civakî bigihîjine sihetê hewla ji destê me were em bikin, û li qadên ku quweta me nagihîjê jî em ê bigihîjine lutfên Rebbê me û alîkariya Wî bibînin.

Lê belê ku em têkevine rêyekê ku nexweşa bêtir nexweş dike û em guman bikin ku bi navê sihetê, başkirinê em vê dikin, heta em fehm bikin me xeta kir, emê zehf xwînê winda bikin û quweta me roj bi roj wê bêtir kêm bibe.

 

Ev jî, wekî me hê berê jî da xwiyanê, guman tune ku wê tenê û tenê were hesabê dujminên me. Dibêjin "Ji kîdera zerarê were vegerandin kar e." Werin em dest ji şerê bi xwe re berdin. Em dil bidin tedawiya hevdu. Zîra, şanê her du cîhanan serwerê bilind Pêxemberê me (s.‘e.w.) ku ji aleman re weke rehmet hatiye şiyandin, di hedîseke şerîf a xwe de ferman dike: "Mu’mîn mîna kevirên binayekê ne, hevdu ji xirab bûnê muhafeze dikin." Bi vî awayî girîngiya muhebbet û bratiya di navbera musilmanan de bi şeklekî herî wecîz îfade dike.